Îsraîl: Ceribandinên "David's Sling" bi serkeftî qediyan

Dîroka Weşanê :
 Îsraîl: Ceribandinên "David's Sling" bi serkeftî qediyan

PeyamaKurd - Îsraîlê ragihand ku ceribandinên sîstema parastina hewayî ya "David's Sling" bi serkeftî qediyane.

Daxuyaniyek nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê agahî li ser pêvajoya ceribandina pergalê, ku hilberîna hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê ye, da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku David's Sling "ji bo girtina gefên cûrbecûr, di nav de moşek, roket, moşekên krûz û balafir, hatiye çêkirin" û gelek ceribandin bi serkeftî hatine qedandin.

Ceribandinan senaryoyên cûrbecûr ên dijwar, hem yên heyî û hem jî yên potansiyel, vegirtin, lê di derbarê taybetmendiyên wan de tu hûrgulî nehatin parvekirin.

Sîstem ji hêla Ajansa Parastina Moşekan a Îsraîlê û Ajansa Parastina Moşekan a DYA (MDA) ve tê pêşvexistin.