Îsraîl: Me li Sûriyê gumanbarekî DAIŞê tevî çekên wî desteser kir

Dîroka Weşanê :
Îsraîl: Me li Sûriyê gumanbarekî DAIŞê tevî çekên wî desteser kir

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan kesekî gumanbar ê çekdarên DAIŞê hefteya borî tevî çekên wî li Sûriyeyê girtiye û veguhestiye Îsraîlê.

Artêşê da zanîn ku ew kes di encama operasyonekê de li herêma Refîd a başûrê Sûriyeyê hat girtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee diyar kir ku operasyon ji aliyê tûgaya 52yan a lîwaya 474an a artêşa Îsraîlê ve hat pêkanîn û guman hene ku ew kes bi çekdarên DAIŞ'ê re kar dike.

Adraee got ku operasyon bi beşdariya lêpirsînerên meydanî yên yekîneya 504an hat kirin û gumanbar birin Îsraîlê.

Adraee da zanîn ku hêzên 210an dê ji bo parastina ewlehiya welatiyên Îsraîlê û niştecihên Colanê li başûrê Sûriyeyê bimîne.