NBC News: Dibe ku êrîşên Amerîka yên ser DAIŞê mehekê bidomin

Dîroka Weşanê :
NBC News: Dibe ku êrîşên Amerîka yên ser DAIŞê mehekê bidomin

PeyamaKurd- Amerîkayê piştî êrîşa ser leşkerên wan li Tedmûr a Sûriyê, bi hevkariya Urdinê ya asmanî êrîşeke berfireh li çoltera Sûriyê li dijî DAIŞê da destpêkirin.

Tora NBC NEWS a Amerîkayê diyar kir ku dibe ku êrîşên Amerîkayê yên li dijî DAIŞê yên li Sûriyeyê heta mehekê bidomin.

NBC News a Amerîkayê ku bi zarê berpirsên Amerîkayê got: “Eger heye êrîşên Amerîkayê yên li dijî çekdarên DAIŞê yên li çolistana Sûriyeyê heta çend hefteyan an jî heta mehekê dirêj bikin.”

Hate diyarkirin, Amerîkayê di êrîşên xwe yên li djî DAIŞê de balafirên A-10, balafirên F-16an û û helîkopterên Apache bi kar anîn.

Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku wan di danê berbanga doh 20ê Kanûnê de zêdetirî 70 cihên DAIŞê li Sûriyeyê bombebaran kirine.