Nêçîrvan Barzanî û Maciej Zajdel civayan

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî û Maciej Zajdel civayan

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê nû yê Polonyayê yê Hewlêrê Maciej Zajdel re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de, Maciej Zajdel ji bo erkê wî yê nû pîroz kir, jê re serkeftin xwest û ji bo serkeftina erkê wî piştevaniya xwe nîşan da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Polonyayê re û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de aniye ziman.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Konsulê Giştî yê nû yê Polonyayê kêfxweşiya xwe ji ber destbikarîbûna li Herêma Kurdistanê anî zimên û xwesteka welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re nîşan da."