NY: 2 hezar çekdarên DAIŞ-Xorasan li Afganistanê hene

Dîroka Weşanê :
NY: 2 hezar çekdarên DAIŞ-Xorasan li Afganistanê hene

PeyamaKurd- Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku DAIŞ-Xorsan nêzî 2 Hezar çekdarên xwe li Afganistanê dihêle û zarokên di bin 14 salî de bi îdeolojiya xwe perwerde dike.

NYyê da zanîn ku bi van operasyonên terorîst ên berdewam ewlehiya herêmê dikeve xeteriyê.

Li gorî rapora NY, Paştûnên Afganî serdestiya çekdarên DAIŞê li Afganistanê dikin û di heman demê de gelek çekdar ji welatên Asyaya Navîn tên.

Hate diyarkirin ku armanca sereke pêkanîna êrîşên berfireh li cîhanê û nîşandana hêza xwe ya peydakirina çekdaran e.