Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata hunermend Zuhêr Ebdulmesîh

Dîroka Weşanê :
Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata hunermend Zuhêr Ebdulmesîh

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 21ê Kanûnê sersaxî ji Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher Ebdoka re xwest ku apê wî Zuhêr Ebdulmesîh, ku hunermendekê navdar ê Kurdistanê bû, koça dawî kir.

Di peyama sersaxiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, "Zuhêr Ebdulmesîh lîstikvan û derhênerekê welatparêz ê diyar ê Kurdistanê bû, ku gelek xizmeta sînema, drama û şanoya Kurdî kiriye. Xudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê jî bide we."

Zuhêr Ebdulmesîh kî ye?

Hunermend, lîstikvan û derhênerê navdar ê Kurdistanê Zuhêr Ebdulmesîh Êlya Ebdoka li sala 1948ê li bajarkê Enkawayê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê hat ser dinyayê. Xwendina xwe ya qonaxa berahiyê li Elqûşê temam kir, ku bavê wî 18 salan li wê derê mamosta bû. Paşî ji bo xwendina navincî û amadeyî vegeriya Hewlêrê.

Di sala akademîk a 1972-1973an de, wî bawernameya bekaliryosê di warê derhênanê de ji Akademiya Hunerên Xweşik a Bexdayê wergirt. Karwanê hunerî yê Ebdulmesîh zêdetirî nîv sedsalê dom kir û wî gelek berhemên şanoyî, televîzyonî û sînemayî bi zimanên Suryanî, Kurdî û Erebî pêşkêş kirin.

Ew li sala 1974ê tevlî rêzên Şoreşa Îlonê bû û wekî Pêşmergeyekê kevn tê nasîn. Dema ku Êzgeyê Dengê Kurdistan-Iraqê ji aliyê balafirên rejîma Beisê ve hat bombebaran, hunermend Zuhêr Ebdulmesîh birîndar bû.

Hunermendê wexerkirî ji sala 1999ê ve li Swêdê dijiya. Piştî têkoşîneka dirêj bi nexweşiyê re, li bajarê Eskilistûnayê yê Swêdê wexer kir.