PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Komîteya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan ku hikûmeta niha ava kiriye, daxwaza navbeynkariya navneteweyî ji bo dabînkirina garantiyê kiriye, da ku komên çekdar ên Iraqê di dema pêvajoya hilweşandin û têkilkirina wan bi dezgehên ewlehiyê yên fermî re neyên armanckirin.
Komîteya Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê, wekî garantî daxwaza pabendbûna bi êrîşnekirina li ser wan koman û serokên wan kiriye, tevî parastina darayî û milkên wan ji her desttêwerdanekê, li beranberî wê yekê ku çekên wan bixin bin kontrola dewletê û ew pêvajo jî wekî mijareke navxweyî û vekirî bimîne.
Di vê navberê de, piraniya komên çekdar ên wekî Esaîb Ehl El-Heq, Lîwayên Îmam Elî û Lîwayên Seyîd El-Şuheda razî bûne ku bi Wezareta Navxweyî, Wezareta Berevaniyê û Heşda Şeibî re bibin yek. Çarçoveya Hevahengiyê serokên koman haydar kir ku berdewamiya wan di pêvajoya siyasî de bi hilweşandina baskên wan ên çekdar ve girêdayî ye.
Hêjayî gotinê ye, tevî van hewldanan jî hin kom li dijî wan biryaran derdikevin, bi rengekî ku Ketîbeyên Hizbulahê şertê parastina serweriyê û nemana destwerdana derveyî ji bo her danûstandineke li ser çekan daniye. Tevgera Nucebayê dibêje, ew rûbirûbûna hêzên Amerîkayê bidomînin.
Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan dohî ragihand ku, desteyên çekdar gihîştine lihevkirinê ku çekên xwe bidin destê dewletê. Zêdan spasiya serkirdeyên komên çekdar kir, ku di çespandina serweriya qanûnê û veguhastina ber bi kiryara siyasî ve alîkar bûn û da zanîn, niha pêdivîyek neteweyî ji bo kiryara leşkerî nemaye. Li aliyê din ev spasiya milîsan a Serokê Dadweriyê rastî bertek û rexneyên Amerîkayê hat.