Ji Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê daxuyaniya HSD û Şamê

Dîroka Weşanê :
Ji Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê daxuyaniya HSD û Şamê

PeyamaKurd- Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew dirêjkirina agirbesta navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ji bo 15 rojên din bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Herwiha heman welatan bang li hemû aliyan kir ku bi awayekî teqezî li gorî vê biryarê tevbigerin û divê ji bo agirbesteke mayînde bilez lihevhatin pêk were daku sivîl bên parastin, alîkarî bên gihandin û hemû alî pabendî avakirina korîdorên ewle bin.

Di berdewama daxuyaniyê de bang hate kirin ku li ser bingeha peymana 18ê Çileyê, muzakereyên ji bo entegrasyona aştiyane ya HSDê di nav dewleta Sûriyeyê de di zûtirîn demê de dîsa dest pê bikin.

Dewletên rojavayî bal kişandin ser girîngiya berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞê û hişyarî dan ku divê di navendên girtinê yên endamên rêxistinê de tu valahiyeke ewlehiyê çênebe da ku rîskên mezin rû nedin.