Li bajarê Laziqiye yê Sûriyê makyaja jinan hate qedexekirin

Dîroka Weşanê :
Li bajarê Laziqiye yê Sûriyê makyaja jinan hate qedexekirin

PeyamaKurd- Parêzgarê bajarê Laziqiye yê Sûriyê ku ji aliyê Serok Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera ve hatiye danîn, biryareke nû derxist û tê de makyajkirin li hemû fermanberên jin ên li saziyên dewletê qedexe kir.

Li gorî belavokeke fermî ya bi dîroka 26ê Çileyê ku ji aliyê parêzgarê Laziqiyê Mihemed Ehmed Osman ve hatiye îmzekirin û ji hemû ofîs, sazî û şîrketên dewletê yên li parêzgeha Laziqiyê re hatiye şandin, wiha hatiye gotin:

"Em ji we dixwazin ku hûn ji hemû karmendên jin re bi bîr bixin ku di demjimêrên fermî yên xebatê de makyajê nekin."

Hate diyarkirin ku ev biryar ji bo bicihanînê ye û her kesê ku binpê bike dê bi darizandina qanûnî re rû bi rû bimîne.

Ev biryar li ser torên civakî rastî nerazîbûnan hat û weke destwerdaneke di karûbarên şexsî yên karmendan de hate nirxandin. Herwiha hin kesên din jî wê wekî hewldaneke ji bo rêkxistina rewşa fermî ya ofîsan dibînin.