PeyamaKurd – Li bajarê Osmaniye, mînîbusa di rêya xwe diçû û karkeran hildigirt, li ser rêya TAGê (Tarsus-Adana-Gaziantep) agir pêket û şewitî.
Îtfaiye piştî mînîbusê vala kir karibû agir vedimirîne. Dema ajtvan dît agir bi mînîbusê ketiye, erebê danî kêleka rê, karkeran jê daxist û li îtfaiyê geriya.
Dema îtfaiye çû ciyê şewatê, polîs û tîmên tenduristiyê jî pê re gihan ciyê bûyerê.
Mînînbus nema dikarin bikarbînin û di rûdanê de mirin an birîndarî tine.