PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di ser hesabê xwe yê Xê de peyamekî bilav kir û di peyama xwe de got ku serokê DYAyê Donald Trump pêdivî bi xwînrêtinekî din ya li dinyayê û Bakûrê Rojhilatê Sûriyê nabîne. Peyama Graham weha dewam dike:
“Di demên dawiyê de min bi Potus û Rubio re hevdîtin kir. Ez xebata wan ya anîna îstîqrarê bo Sûriyê teqdîr dikim. Xebatên serok Trump ez dibînim herî kêm di wextekî kurt de encam daye.
Rêvebiriya Trump dixebite ku li ciyê wê mîrasa tevliheviyê îstîqrar bigre. Ez hevkarên li herêmê bi peyama ‘ne şer lê pêdiviya me bi îstîqrarê heye’ teşwîq dikim û xwurt dikim. Wezîr Rubio di vê xebatê de rolekî baş leyîst.
Serok Trump ne di herêmê de û ne jî li Bakûrê Rojhilatê Sûriyê de naxwaze xwînrêjî bibe. Ez Trump û Rubio pîroz dikim.
Kongre amadeye îstîqrarê biparêze û aktorên ku li hemberê wekî Kurdên ortaxên me yên bi bawerî tevbigere, amade ne ku li hemberê aktorên herêmê yên dixwazin zerarê bidin berjewendiyên Amerîkayê, derê. Erebistana Sa’ûdiyê li ser hukumeta Sûriyê xwediyê bandorekîo bêhempa ye û ez hêvî dikim ku vê bandora xwe bo berjewendiyên herêmê û herkesê pêwendîdar bikarbînin.
Sipas bo serokatiya te serok Trump.