Dadgehê ceza da, ber dadgehê li hev xistin: 4 birîndar û 12 binçavkirin hene

Dîroka Weşanê :
Dadgehê ceza da, ber dadgehê li hev xistin: 4 birîndar û 12 binçavkirin hene

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Aksarayê li ser ku bi sedema arazî mirovekî hatibû kuştin û di dadgehê de celsa darazê ya dawiyê hat kirin, di navbera terefan de pevçûn derket,

Di encama celsa dawiyê ya kuştinê de dadgehê 17 sal cezayê zîndanê da kujer û li ser cezakirinê ber dadgehê tevlihev bû. Di navbera du terefan de pevçûn derket. Di encamê de 4 kes birîndar bûn û li ser pevçûnê asayîşê 12 kesan xist binçav.

Di sala 2023an de li bajarê Aksarayê li navça Sarıyahşiyê li gundê Bekdikê li ser arazî mirovekî hatibû kuştin û îro celsa dawiyê ya dadgehê hat kirin. Heyeta dadgehê li ser kuştina mirovekî û birîndarkirinekî bi temamî 17 sal ceza da Selçuk Düğer.

Li ser biryara dadgehê teref li hev xistin û 4 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya Aksarayê.