Trump: Eger Malikî bibe serokwezîr wê DYA alîkariya xwe ji ser Iraqê bibire

Dîroka Weşanê :
Trump: Eger Malikî bibe serokwezîr wê DYA alîkariya xwe ji ser Iraqê bibire

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser îhtîmala Nûrî el Malikî ku bibe serokwezîrê Iraqê, ragihand ku dê Amerîka alîkariya xwe ji Iraqê bibire. Trump got:

“Di wexta Nûrî el-Malikî serokwezîr bû, Iraqê xizan kir û xist nava tevliheviyê. Divê îznê nedin ku car din ev rewş bibe.”

Çarçova koordînasyonê Nûrî el-Malikî weka namzedê serokwezîrtiyê nîşan da. Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Ez radigînim eger Iraqê Nûrî el- Malikî bike serokwezîr, wê bijartinekî gelek xerab bike. Herî dawiyê wexta Malikî serokwezîr bû, Iraqê xîzan kiribû û kiribû nava tevliheviyê. Divê îznê nedin vêya. Em Iraqê ji nûh de mezin bikin.”

di wexta Nûrî el _malikî serokwezîr bû, DEAŞ dest danî ser Mûsilê, bi hezaran mirov hatin kuştin, artêşa dibin fermandariya Malikî de bû sîlihan teslîmê DEAŞê kir û hem leşker dest ji artêşê berdan.