PeyamaKurd- Balyozxane û serkonsulxaneyên Çînê yên li Îranê hişyarî belav kirin.
Di hişyariyê de hat diyarkirin ku di demên dawî de metirsiyên derve yên ewlehiyê yên li Îranê gelekî zêde bûne û hate bibîrxistin ku gelek welatan jî ji welatiyên xwe xwestiye ku ji Îranê derkevin.
Di daxuyaniyê de ji welatiyên Çînê hat xwestin ku neçin Îranê û bangî welatiyên Çînî yên ku niha li Îranê ne jî hat kirin da tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêde bikin û di dema herî nêzîk de wî welatî biterikînin.
Hate destnîşankirin ku balyozxane û konsulxaneyên Çînê yên li Îranê û welatên cîran dê piştgiriyê bidin welatiyên xwe.
Herwiha hate ragihandin ku dê veguhastina welatiyan bi rêya geştên asmanî yên bazirganî û rêya bejahî were kirin.