PeyamaKurd- Hikûmeta Iraq bang li welatan dike ku welatiyên xwe yên girtiyên DAIŞê werbigirin û li welatên xwe wan dadgeh bikin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro 23yê Sibatê li Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî behsa rewşa niha ya Iraqê, veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din kir.
Fuad Hisên got ku, Iraq rola xwe ya berpirsiyarane ji bo vegerandina welatiyên xwe ji kampa Holê ya li bakurê Sûriyeyê didomîne û da zanîn, heta niha bi rengekî rêkxistî 23 hezar Iraqî hatine vegerandin, ku ev jî ji bo Iraqê mijareke ewlehiyê ya girîng e.
Hisên bal kişand ser ku Iraq welatekî azad e, destûra wê federalî ye û li ser vê bingehê jî dezgehên federalî pêş ketine. Di heman demê de, hevahengiyeke temam di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de heye.
Wezîrê Derve yê Iraqê di beşeke din a gotara xwe de tekez kir ku, Iraq di şerê li dijî terorê de hevahengiyeke mezin dike û bang li hemû welatan jî kir ku berpirsiyariya xwe ya exlaqî werbigirin, terorîstên xwe vegerînin û wan li welatên xwe dadgeh bikin.
Herwiha Fuad Hisên got ku, ji bo Iraqê danûstandin ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya herî baş e.