Leskerên Taylandê li abîda zêr ya hespê xistin

Dîroka Weşanê :
Leskerên Taylandê li abîda zêr ya hespê xistin

PeyamaKurd – Dijberiya navbera Tayland û Kamboçyayê ya li ser sînore her diçe geş dibe. Tevî di navbera her dû welatan de agirbes heye jî, îro leşkerê Taylandê li ser sînor li peykerê Hespê ji Zêr xistin û şewitandin.

Wezîrê agahiyan yê Kamboçyayê Neth Pheaktra ragihand ku li gor tesbîta niha; 4 sîvîlên Kamboçyayî hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Pheaktra got ku ji xelkê ser sînor ji gundan bi hezarî kes ji ser warên xwe rabûne. Artêşa Taylandê jî ragihand ku 50 hezar zêde kes terka warên xwe yên sînor kirine û li sitargehan bicîh bûne.

Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet di ser hesabê xwe yê Facebookê de, li ser gengeşeya sînorên navbera her dû dewletan daxwuyanî da. Manet got ku hukumet bo parastina desthilatê û xelkê dixebite û weha dewam kir:

"Ez ji temamê dezge û saziyan, ji rayedaran, artêşê û hemwelatiyên Kamboçya rica dikin, di vê roja tengasiyê de, bo doza millet û welat tev bigihên hev.”

Serokwezîrê Taylandê Anutin Charnvirakul jî ragihand ku eger pêwiste be, bo bergiriya welat û ewlehiya giştî wê operasyonên leşkerî dewam bikin. Charnvirakul got:

“Taylandê ti carê şer û îşxalê nedaye destpêkirin lê îhlala desthilata xwe qet qebûl nake û wê neke jî.”

Berdevkê artêşa Taylandê Winthai Suvaree di daxwuyaniya xwe de got ku bi wextê cîh seet di 05.00an de li herêma Chong An Ma de, bi çekan li wan dane û artêş bi êrîşên hewayî bersiv daye.

Wezareta bergiriya Kamboçyayê di daxwuyaniya xwe de got ku artêşa Taylandê bi balafirên F-16an dest bi êrîşên ser wan kirine.

Di navbera Tayland û Kamboçyayê de 800 km zêdetir sînor heye û her du welat li ser sînoran li hev nakin.