PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) ragihand ku li Başûrê Sûdanê li eyaleta Kordofanê avêtine ser dibistanekî berya seretayiyê û nexweşxaneyekî û di encamê de 63 ji wan zarok bi temamî 114 kesan kuştin.
Hêzên Desteka Lezgîn (HDK/RSF) piştî berê xwe dane eyaleta ku bi petrolê û zêr dewlemende ya Kordofanê, krîza mirovî bêhtir kûr dike.
Li welatê Sûdanê di navbera artêşê û HDKê de ji Nîsana 2023an heya niha şer dewam dike û Sûdanê bi ser hev de herifandin.
Dîrektorê giştî yê WHOê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku dibistanekî berya ya seretayî û nêzî dibistanê nexweşxaneyekî bi navê Kalugi kirine hedef. Di êrîşê de 63 ji wan zarok 114 kes hatine kuştin û 35 kes birîndar in.
Ghebreyesus êrîşê şermezar kir û banga agirbsea lezgîn kir, êrîşê şermezar kir û li ser mijarê weha ragihand:
"Bi awayekî acizane wezîfedarên tenduristiyê û tîmên mudaxeleyê, wexta birîndaran ji dibistanê dibirin nexweşxanê, ketin ber êrîşê.”