PeyamaKurd – Li bajarê Safiyê yê Fasê, barana dijwar a ku bi tenê saetekê berdewam kir bû sedema lehiyeke mezin. Rayedarên welêt ragihandin ku di karesata li bajarê peravê yê Okyanûsa Atlantîkê de herî kêm 14 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya rojnameya Şerq el-Ewsetê, nêzîkî 70 xanî û dikan di bin avê de man, 10 wesayît ji ber hêza avê hatin kaşkirin û gelek rêyên sereke hatin girtin. Hat diyarkirin ku li herêma ku 330 kîlometre dûrî paytext Rabatê ye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bê navber didomin.