MSD: Êrîsa li Tedmûrê gefek e li ser ewlehiya Sûriyeyê

Dîroka Weşanê :
MSD: Êrîsa li Tedmûrê  gefek e li ser ewlehiya Sûriyeyê

PeyamaKurd – Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrîşa çekdarî ya li herêma Tedmûrê ya Sûriyeyê ku tê de leşkerên Amerîkî bûn hedef bi tundî şermezar kir û ev yek wekî gefek li ser ewlehiya herêmê pênase kir.

Li gorî zanyariyan duh, di vê êrîşa ku li parêzgeha Humsê dema hevdîtina şandeya Amerîkî û rayedarên Sûriyeyê pêk hat de du leşkerên Amerîkî hatin kuştin û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan.

MSDyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya hevkariya navneteweyî ya li dijî terorê û careke din bang li aliyan kir ku ji bo vegerandina aramiyê peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de were cîbicîkirin.