PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya berdewamiya reforman de dest bi qonaxeke nû ya nûjenkirina hêzên ewlehiyê dike û projeya "Polîsê Nîştimanî" dide destpêkirin.
Rêveberê Giştî yê Polîsê Herêma Kurdistanê Lîwa Tariq Ehmed ragihand ku ev proje bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê tê cîbicîkirin û dê pênc salan bidome heta ku akademiya nîştimanî were avakirin.
Di heman demê de Serokê Dîwana Wezareta Navxwe Hêmin Mîranî diyar kir ku wan ji bo kabîneya 10em planeke berfireh amade kiriye da ku reformên di sektorên trafîk, bergiriya şaristanî û pasaportan de kûrtir bikin. Ev pêngav wekî temamkera serkeftinên kabîneya 9em tê dîtin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî sala 2025an wekî sala serkeftina van reforman bi nav kiribû.