Li Kerkûk, Nînowa û Enbarê 5 DAIŞî hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Li Kerkûk, Nînowa û Enbarê 5 DAIŞî hatin girtin

PeyamaKurd- Dije Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Enbar li dijî şaneyên çekdarên DAIŞ’ê rêze operasyon hatin lidarxistin.

Hate ragihandin ku di encama operasyonan de li parêzgeha Kerkûkê 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin ku ev çekdar di dabînkirina lojîstîka DAIŞê de berpirs bûn.

Herwiha hate diyarkirin ku li parêzgeha Enbar ê du operasyon hatin lidarxistin û 2 çekdar hatin girtin, li parêzgeha Nînowayê jî çekdarekî DAIŞê hate girtin.