Li Koşka Elysee dizî: 3 kes hatin binçavkirin

Dîroka Weşanê :
Li Koşka Elysee dizî: 3 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd- Li Fransayê, piştî ku hat tespîtkirin ji rûniştgeha fermî ya Serokatiyê Koşka Elysee nêzî 100 perçe amûrên sifrê û porselenên binirx hatine dizîn, 3 kes hatin binçavkirin.

Di encama lêpirsîna Serdozgeriya Parîsê de derket holê ku xebatkarekî koşkê ligel du kesên din, porselenên taybet ên markaya Sevres, qedehên Baccarat û amûrên sifir ku di dawetên dewletê de dihatin bikaranîn, birine û hinek ji wan li ser platformên firotanê yên înternetê firotine.

Polîsan di serdegirtina malên gumanbaran de dest danî ser kelupelên dizî yên ku nirxê wan di navbera 15 hezar û 40 hezar euroyî de ye. Gumanbar piştî binçavkirinê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û biryar hat dayîn ku danişîna dozê di meha Sibata 2026an de bê dîtin. Ev bûyera ku ewlehiya saziyên dewletê xiste ber nîqaşê bi diziyên berê yên li Muzexaneya Louvre dest pê kiribû.