Li nêzîkî keştiya şer a Fransî droneke Rûsî hate tespîtkirin

Dîroka Weşanê :
Li nêzîkî keştiya şer a Fransî droneke Rûsî hate tespîtkirin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên medya Swêdê, di dema rahênanên stratejîk ên NATOyê de, li nêzîkî keştiya balafiran a Fransî Charles de Gaulle ku li bendera Malmöyê bi cih bûye, droneke Rûsyayê hate tespîtkirin.

Hat îdiakirin ku ev drona Rûsî ji ser keştiyeke şer a Rûsyayê ya li herêmê rabûye û nêzîkî keştiya Fransî bûye. Ev bûyer di çarçoveya çalakiyên ewlehiyê yên NATOyê de wekî rîskeke girîng hat nirxandin û bal kişand ser rageşiya li herêmê.

Piştî tespîtkirina dronê, Hêzên Çekdar ên Swêdê tavilê ketin tevgerê û bi rêbazên şerê elektronîk mudaxaleyî drona Rûsî kirin. Hat ragihandin ku piştî mudaxaleya birîna sînyalan a artêşa Swêdê, dron ji ber çavan winda bûye. Hîn bi zelalî nehatiye zanîn ku gelo drona navborî vegeriyaye ser keştiya Rûsî yan ketiye deryayê. Têkildarî vê rûdanê heta niha ji aliyê rayedarên fermî ve daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayîn.