PeyamaKurd – Wezîrê weşanê û agahiyan yê Pakistanê Ataullah Tarar ragihand ku di şerê navbera Pakistanê û Afganistanê de yê ser sînor de, 36 leşkerên Afganistanê hatine kuştin û ji leşkerên Pakistanê 2 leşker hatine kuştin.
Li dijî êrîşên Afganistanê, artêşa Pakistanê operasyonan dike. Pakistan dibêje ku sedema êrîşên Afganistanê nîne.
Pakistan ragihand ku di êrîşên Afganistanê de, İHAyan bikar aniye lê temamê İHA yan xistine.
Rêvebiriya Afganistanê ragihandibû ku di êrîşên ser sînor de, çend ciyên leşkerî ji destê Pakistanê derxistine.