Afganistan: “Em li tesîsên leşkerî yên Pakistanê dixin”

Dîroka Weşanê :
Afganistan: “Em li tesîsên leşkerî yên Pakistanê dixin”

PeyamaKurd – Çend roj berê artêşa Pakistanê li Afganistanê li ser xeta sînor êrîşê ser baregehên Talîban a Pakistanê kiribû û niha Afganistan li hemberê êrîşên berê yên Pakistanê, Afganistan ket nava heyf sitendinê.

Afganistan, niha li ser xeta sînor ya bi navê Durandê operasyonan dike ser tesîsên leşkerî yên Pakistanê. Ragihandin ji aliyê rêvebiriya Afganistanê de hat kirin.

Wezareta bergiriya Afganistanê ragihand ku bo tolhildanê ji Pakistanê operasyonên li Xost, Paktia, Nuristan û deverên din dewam dikin.

Berdevkê hukumeta demkî yê Afganistanê Zebihullah Mucahîd di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku li seranserê xeta Durandê, li dijî leşkerên Pakistanê operasyon dewam dikin.

Heya niha li bajarê Kandaharê li navça Dora Babayê li devera Mashin Nawê 2, li devera Goştayê 3 û li bajarê Kunarê li navça Nariyê li devera Doklamê 2 noqteyên leşkerî xistine destê xwe.