Nûnerê taybet yê DYAyê yê bo Sûriyê Barrack çû Şamê

Dîroka Weşanê :
Nûnerê taybet yê DYAyê yê bo Sûriyê Barrack çû Şamê

PeyamaKurd – Şerê di navbera HSDê yê li Helebê li taxên Eşerfiye û Şêx Meqsûdê dewam dike û nûnerê taybet yê DYAyê yê bo Sûriyê, Tom Barrack çû Şamê.

Tom Barrack ragihand ku li Helebê agirbesa ku di navbera seet 03.00-09.00an de hat ragihandin, bo dirêjkirina agirbesê dixebitin.

Tom Barrack di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku agirbesê bi razamendî qebûl dikin û got:

“Bo ew xweşbîniya terefan ya bo agibesê û niyeta baş sipasiya wan dikim. Em bi hêvîne di dawiya vê heftê de bigihên hevkariya ku mirov dikare dewam bike û diyalogekî mayînde bikin

Ev agirbes, bo civakên cuda yên Sûriyê, bo welatên cîran bo ewlehiya wan, bo wan ber bi aştiya mayînde bibin û wan ber bi heman rêyê de bi bergeh bikin, xebata jiyanî dide destpêkirin.

Dibe hinek pirsgirêk hebin lê hedefa hevbeş di şûna şer de, divê hevkarî bê bijartin û ew wexta heya 09.00an hatibû dayîn, bo dirêjkirina wê em bi xwurtî dixebitin.”