Nûnerên Trump gihane Îsraîlê

Dîroka Weşanê :
Nûnerên Trump gihane Îsraîlê

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê serokê DYAyê yê Trump, Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner wê li Îsraîlê bi serokwezîr Benyamin Netenyahu re bicivin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku her dû nûnerên Trump gihane Îsraîlê û wê îşev bi Netenyahu re bicivin.

TV ya Îsraîlê KAN dibêje ku wê ji Netenyahu bê ku cesedê dawiyê yê Îsraîlî li Xezzayê teslîm bikin, wê daxwaza vekirina deriyê Refahê bikin.

Di xebera TV yê de hat gotin ku wê Kushner di hefta bê de, ji bo avakirina Şerîda Xezzayê, bi armanca pere an ku fon bidin hev, dê konferansekî bêkirin û amadekariya wê dikin.

Hem Îro fermandarê giştî yê CENTCOM a Amerîkayê Amiral Brad Cooper li Îsraîlê bi rayedaran re civînekî kiriye.