Navên 15 kesên bûne namzedên serokomariya Iraqê eşkere bûn

Dîroka Weşanê :
Navên 15 kesên bûne namzedên serokomariya Iraqê eşkere bûn

PeyamaKurd- Parlamentoya Iraqê navên kesên xwe kirine namzedên Serokomariya Iraqê ragihand.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Iraqê û hukmên Madeya 4an a Yasaya Hukmên Namzediya Serokomar a hejmar 8 a sala 2012an, navên namzedên ku mercên wan ên yasayî hene ev in:

  1. Şiwan Hewêz Ferîq Namiq
  2. Ehmed Ebdullah Tofîq Ehmed
  3. Hisên Teha Hesen Mihemed Sincarî
  4. Necmedîn Ebdulkerîm Hemekerîm Nesrullah
  5. Aso Fereydûn Elî
  6. Saman Elî Îsmaîl Şalî
  7. Sebah Salih Seîd
  8. Ebdullah Mihemed Elî Zahîr
  9. Ebdulletîf Mihemed Cemal Reşîd Şêx Mihemed (Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd)
  10. Îqbal Ebdullah Emîn Helîwî
  11. Nizar Mihemed Seîd Mihemed Gencî (Nizar Amêdî)
  12. Serdar Ebdullah Mehmûd Taymiz
  13. Fuad Mihemed Hisên Bekî (Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Hisên)
  14. Musena Emîn Nadir
  15. Newzad Hadî Mewlûd

Serokatiya Parlamentoyê da zanîn, ew kesên daxwazname pêşkêş kirine û navên wan di lîsteyê de nînin, mafê wan heye ku di nava 3 rojan de li Dadgeha Bilind a Federalî îtirazê bikin.