NY: "Em li tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan li Îranê matmayî mane"

Dîroka Weşanê :
NY: "Em li tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan li Îranê matmayî mane"

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres "matmayî"bûna xwe ji raporên wendakirina can û bikaranîna zêde ya hêzê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di dema xwepêşandanên li seranserê Îranê de anî ziman û bang li hikûmeta Tehranê kir ku ji tundûtûjiyê dûr bisekine.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric di daxuyaniyek nivîskî de roja Yekşemê, 11ê Çileya 2026an de diyar kir ku Sekreterê Giştî Guterres fikarên xwe yên li ser rewşa li Îranê anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sekreterê Giştî ji raporên bikaranîna zêde ya hêzê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li dijî xwepêşanderan li deverên cûda yên Îranê, ku di encamê de gelek mirin û birîndarî çêbûne, matmayî maye."

Guterres di axaftina xwe de ji rayedarên Îranê re tekez kir ku mafê xwepêşandana aştiyane heye û got:

"Divê hemû Îranî bikaribin daxwazên xwe bi aştiyane û bê tirs îfade bikin. Azadiya raman, civîn û rêxistinbûnê, ku di bin qanûna navneteweyî de hatiye garantîkirin, divê bi tevahî were rêzgirtin û parastin."

Sekreterê Giştî herwiha bang li rayedarên Îranê kir ku "xweragirtina herî zêde nîşan bidin" û ji bikaranîna hêzek nehevseng li dijî xwepêşanderan dûr bisekinin.