Paşînyan ji Rûsyayê xwest rêhesina heta Tirkiyê bê nûkirin

Dîroka Weşanê :
Paşînyan ji Rûsyayê xwest rêhesina heta Tirkiyê bê nûkirin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan ragihand ku wî ji rayedarên Rûsyayê daxwaz kiriye ku xetên hesinî yên ji gundê Yeraskhê ber bi Nexçivanê û ji Axurîkê ber bi Tirkiyê ve bi lez ji nû ve ava bikin.

Nikol Paşînyan got: "Min ji maxatabên Rûsî daxwaz kir, ji gundê Yeraskh heta Nexçîwanê û ji wir jî heta Tirkiyeyê rêya hesinî bi temamî ji nû ve were avakirin.”

Paşînyan diyar kir, ev proje bi piştgiriya Projeya Serokê Amerîkayê Donald Trump a Rêya Geşepêdanê ya Navnetewî tê meşandin û ew hêvî dike ku Rûsya van daxwazan di demeke nêz de bi cih bîne da ku girêdanên aborî û stratejîk ên herêmê xurt bibin.