PeyamaKurd- Hate ragihandin ku pira Deriyê Erîda yê sînorî di navbera Sûriyê û Libnanê de hilweşiya.
Li gorî dîmenên belav bûne beşa herî mezin yê pirê hilweşiyaye ku ew derî di navbera Lubnanê li parêzgeha Tertûsê ya Sûriyê de ye.
Ji ber hilweşîna pirê çûnûhatin û tevgera li wî deriyê sînorî rawestiyaye.
Hate diyarkirin niha tenê bi rêya herdu dergehên Cosiyê û Cideydit Yabûs çûnûhatina navbera Sûriye-Lubnanê heye.