PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karolyn Leavittê ragihand ku di navbera daxuyaniyên giştî yên Îranê û wan peyamên ku bi dizî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re dişîne de cudahiyeke mezin heye.
Leavittê diyar kir ku Serok Donald Trump niha peyamên Îranê lêkolîn dike û ji bo çareserkirina krîzê hemû vebijark, di nav de "êrîşên hewayî" jî, li ser maseyê ne.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Trump bi Elon Musk re li ser îhtîmala dabînkirina înterneta Starlink ji bo Îranê axiviye, ji ber ku Tehranê ji ber xwepêşandanên du hefteyan înternet qut kiriye. Trump bi xwe jî diyar kir ku Îranê ji bo peymana nukleerî daxwaza danûstandinan kiriye, lê wî hişyarî da ku ji ber geşedanên dawî, dibe ku ew neçar bimînin gavan biavêjin.