PeyamaKurd- Moskowê cenazeyên hezar leşkeran radestî Ukraynayê kir û Kîêvê jî 35 cenazeyên leşkerên Rûsyayê radest kirin.
Nûnerê Rûsî yê danûstandinan Vladimir Medinsky li ser medya civakî ragihand: "Cenazeyên hezar leşkerên ukraynayî radestî Ukraynayê hatine kirin. Rûsyayê jî cenazeyên 35 şervanên Rûs wergirtine.”
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky berî niha ragihandibû ku hêzên Rûsyayê di şevekê de 420 dron û 39 moşek ber bi Ukraynayê ve avêtine û gotibû di êrîşan de 8 herêm, binesazî, stasyonên gazê hatine hedef kirin û bi dehan kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin