PeyamaKurd – Hikûmeta nû ya Sûriyeyê gef li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwar û daxwaz kir ku tavilê bendên "Peymana 10ê Adarê" bi cih bînin.
Şêwirmendê ragihandinê yê Serokkomar Ehmed Şera, Ehmed Muwefaq Zeydan, di daxuyaniyekê de diyar kir ku vebijarkên li ber destê HSDyê her ku diçe teng dibin. Zeydan destnîşan kir ku divê HSD berpirsiyariya nebicîhanîna peymana ku di destpêka salê de hatibû îmzekirin bigire ser xwe û li gorî "serdema nû" ya Sûriyeyê tevbigere.
Peymana 10ê Adarê ya ku di sala 2025an de di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê demkî yê Ehmed Şera de hatibû îmzekirin, ji 8 xalên stratejîk pêk tê. Di nav van xalan de yekkirina hêzên leşkerî, dayîna statuya fermî ji karmendên Rêveberiya Xweser re û avakirina çarçoveyeke destûrî ji bo rêveberiyên herêmî hene.
Zeydan her wiha îdia kir ku Sûriyeya nû niha xwedî nasnameyeke navneteweyî ye û bala wan li ser avakirina welat û geşepêdana aborî ye. Hişyariya "vebijark xilas dibin" wekî sînyala şerekî nû dîtin.