Reuters: Li Îranê hejmara miriyan gihîşt 2,000 kesan

Dîroka Weşanê :
Reuters: Li Îranê hejmara miriyan gihîşt 2,000 kesan

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Îranê (28ê Kanûnê) heta niha, nêzîkî 2,000 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarekî Îranî yê ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ev bîlançoya giran piştrast kir û diyar kir ku di nav miriyan de hem xwepêşander û hem jî çekdarên rejîmê hene.

Her çend rayedarên Îranî qebûl dikin ku sedema serhildanan krîza aborî ye, lê dîsa jî aliyên biyanî wekî Amerîka û Îsraîlê bi "manîpulekirina" bûyeran tawanbar dikin.

Ev xwepêşandanên ku bi şerê kolanan û şewitandina avahiyên fermî berdewam dikin, wekî mezintirîn dijberiya li dijî rejîmê ya piştî şoreşa 1979an tê nirxandin.