Sûdanî vekişiya: Nûrî Malikî bû namzedê serokwezîriyê

Dîroka Weşanê :
Sûdanî vekişiya: Nûrî Malikî bû namzedê serokwezîriyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî namzetiya xwe ya ji bo serokwezîriya nû vekişand û li şûna wî Nûrî Malikî wekî namzed hat nîşandan.

Berdevkê Hevpeymaniya Nûavakirin û Geşepêdanê Fîras Meslemawî ragihand ku ev biryar bi yekdengî hatiye girtin. Meslemawî diyar kir ku Sûdanî ji bo çareserkirina krîza siyasî ya di nav "Çarçoveya Hevrêzkirinê" de û ji bo vekirina rê li ber namzedekî "bihêz" (Nûrî Malikî) ev gav avêtiye.

Di parlamentoya nû de hevpeymaniya Sûdanî 45 kursî û Hevpeymaniya Dewleta Hiqûqê ya Malikî jî 30 kursî bi dest xistine. Aliyê Sûdanî her wiha bang li partiyên Kurd kir ku ji bo temamkirina pêvajoya destûrî û avakirina hikûmetê, namzedê xwe yê Serokkomariyê zû hilbijêrin.