PeyamaKurd- Heyva Sor ya Kurd a Rojavayê ku bi hevahengiya Heyva Sor a Ereb ku ji bo veguhestina nexweş, birîndar û alîkariyan li Helebê ye ragihand ku 3 endamên wan di bûyerên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hatine girtin.
Li gorî Heyva Sor a Kurd di bûyerên dawî de li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li Helebê, sê endamên wan ji aliyê hêzên "Hikûmeta Veguhêz" ve hatin girtin.
Heyva Sor destnîşan kir, endamên wan dema ku erkê xwe yê mirovî ya peydakirina alîkariyê û lênêrîna bijîşkî ji sivîlên re pêk dianîn hatin girtin.
Heyva Sor a Kurd piştrast kir, tîma wan bi tevahî bi karê mirovî mijûl bû û dûrî her ajandayek siyasî an leşkerî bûye û navên wan jî belav kir.
Hevya Sor eşkere kir, Yûsif Henan Hamoko - Ajokarê Ambûlansê, Ebdul rehman Ebdo Ebdo – Hemşîre û Ramî Hisên El-Elî - berpisiyarê Tîma Bijîşkî hatine girtin.
Heyva Sor a Kurd daxwaza azadkirina endamên xwe kir û bang li rêxistinên navdewletî kir, destwerdanê bikin.