Omer Çelîk bo êrîşên ser Helebê: Şamê helwesta pêwîst nîşan da

Dîroka Weşanê :
Omer Çelîk bo êrîşên ser Helebê: Şamê helwesta pêwîst nîşan da

PeyamaKurd- Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, piştgirî da êrîşên li ser taxên Kurd ên Helebê û got, ‘Hikumeta Şamê helwesta pêwîst nîşan da’.

Berdevkê AK Partiyê Çelîk, derbarê piştî Lijneya Rêveberiya AK Partiyê daxuyanî dan û li ser êrîşên hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê bi ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de diyar kir ku “Hikumeta Sûriyeyê li wir helwesta pêwîst nîşan da.”

Çelîk, bal kişand ser rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD/SDG) û wiha axivî: “Divê HSD li gorî lihevkirina 10ê Adarê tevbigere. Di welatekî de du artêş nabe.”

Herwiha Çelîk îdia kir ku HSD nûnertiya Kurdan nake û got: " HSD xwe wisa nîşan dide ku mafê Kurdên Sûriyeyê diparêze. Kurdên Sûriyeyê, parçeyekî Sûriyeyê yên jêneger in.”

Çelîk herwiha îdia kir ku ji ber êrîşên HSDê yên bi piştgiriya hin navendan, ewlehiya "birayên me yên Kurd" dikeve metirsiyê.