Omer Çelîk: Êrîşa ser Îranê bi temamî neheq e

Omer Çelîk: Êrîşa ser Îranê bi temamî neheq e

PeyamaKurd - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik, piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe, derbarê geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn de daxuyanî dan. Çelîk bal kişand ser şer û rageşiya herêmê û êrîşên ku ji aliyê Îsraîl-Amerîkayê li dijî Îranê têne kirin.

Çelik diyar kir ku Îran bi êrîşeke neheq re rûbirû ye û wiha got: "Ji aliyê hiqûqa navneteweyî û nîzama li ser bingeha qaîdeyan ve, Îran bi êrîşeke bi temamî neheq, nehiqûqî, neadil û nerewa re rûbirû ye."

Berdevkê AK Partiyê nerazîbûn ji polîtîkayên Îsraîlê re nîşan da û destnîşan kir ku hemû çalakiyên wan li derveyî qanûnan e û got: "Hemû êrîşên ku Îsraîl pêk tîne ne meşrû ne. Herwiha neheq, nehiqûqî, neadil û hovane ne."