Şam û Siwêdayê 90 girtî bi hev guhertin

Dîroka Weşanê :
Şam û Siwêdayê 90 girtî bi hev guhertin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li parêzgeha Siwêda ya Sûriyê, pevguhertina girtiyên Durzî û hêzên Şamê hate kirin.

Li gorî ragihandina malpera Siwêda Preesê, îro 26ê Sibatê proseya pevguhertina 60 girtiyên Durziyên li cem hikûmetê li hember 30 endamên ewlekariya navxwe yên li cem hêzên Durzî (Parêzvanên Niştîmanî) girtî bûn, bi hev hatin guhertin.

Malperê diyar kiriye ku bihevguhertin dê li dergehê Mitunê, Um El-Zeytûn li Bakurê Siwêdayê bi rê ve biçe.