PeyamaKurd – Serokkomarê Bûlgaristanê Rumen Radev salekî mabû ku wexta wezîfa wî ya serokkomariyê biqede, biryara îstîfa xwe da û îstîfa kir.
Ev biryara Radev, mijara hilbijartina pêşwext xiste rojevê û li gor destûrê, wê cîgirê serokkomar İliyana Yotova ciyê serokkomar bigre û wezîfa wî bike.
Wexta qedandina wezîfa serokkomar Rumen Radev hêj salekî mabû lê zû îstîfa kir. Wê Radev bo demkî wezîfa xwe bide İliyana Yotova. İliyana Yotova, wê wezîfa serokkomariyê ya demkî heya 22.01.2027an dewam bike.