Fermandarê zîndana Eqtan ya Reqqayê ku IŞİDî tê de ne, bi Rûdawê re axifî

Dîroka Weşanê :
Fermandarê zîndana Eqtan ya Reqqayê ku IŞİDî tê de ne, bi Rûdawê re axifî

PeyamaKurd – Tora medyayê ya Rûdawê di rêya online de bi fermandarê HSDê yê zîndana Eqtanê ku girêdayê Reqqayêye, bi fermandar Heval Çiya re bi zindî di weşanê de axifî.

Heval Çiya ragihand ku êrîş hatine ser wan, hevalên wan şehîd û birîndar hene. Lê ji ber 2 hezar endamên tundrew yên IŞİDê di zîndanê de ne, ew zîndanê bernadin.

Çiya got ku heya niha hêzên hevpeymaniyê ji wan re tiştek negotine û bi jimarekî ne diyar an ku nexwest jimara çekdaran bide, parastina zîndanê dike.

Heval Çiya ragihand ku dora wan hatiye pêçandin lê ew zîndanê bernadin heya çareyekî ji wan re bê dîtin.