PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê xwepêşandanên li Îranê de got, "Ji me re hatiye ragihandin ku darvekirin li Îranê hatine rawestandin. Niha ne planeke darvekirinê û ne jî darvekirin heye. Ger tiştekî wisa biqewime, em ê hemû xemgîn bibin. Lêbelê, li gorî agahiyên ku min wergirtine, darvekirin rawestiyane."
Serok Trump ev gotin di merasîmekê de li Qesra Spî kir ku wî fermanên rêveberiyê îmze kir.
Trump diyar kir, "Ji me re hatiye ragihandin ku darvekirin li Îranê hatine rawestandin. Niha ne planeke darvekirinê û ne jî darvekirin heye. Ger tiştekî wisa biqewime, em ê hemû xemgîn bibin. Lêbelê, li gorî agahiyên ku min wergirtine, darvekirin rawestiyane. Ew ê tu darvekirinan pêk neynin."
Serokê Amerîkayê herwiha zêde kir ku kuştina xwepêşanderan li Îranê wê ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve were lêkolînkirin.
Trump di daxuyaniya xwe ya dawî de li ser xwepêşandanên berdewam ên li Îranê, ku doh li ser hesabê xwe yê Truth Social hate weşandin, got, "Ez bang li hemû welatparêzên Îranî dikim: Xwepêşandanan bidomînin, heke gengaz be saziyên xwe bigirin û navên kujer û îstismarkarên ku we îstismar dikin tomar bikin."