Washington Post: "Dibe ku Maduro bireve Tirkiyeyê"

Dîroka Weşanê :
Washington Post: "Dibe ku Maduro bireve Tirkiyeyê"

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya navdar a Amerîkî Washington Postê (WP), eger Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji desthilatê bi dûr bixe, îhtîmaleke mezin heye ku Maduro bireve Tirkiyeyê.

"Cihê herî guncaw Tirkiye ye" 

Çavkaniyên nêzîkî Qesra Spî diyar dikin ku ji ber baweriya Maduro ya bi Erdogan û têkiliyên baş ên Erdogan bi Trump re, Tirkiye ji bo wî "cihê herî bêkêmasî" ye. Tê îdiakirin ku dibe "peymaneke sirgûnê" bê çêkirin ku garantî bide Maduro radestî Amerîkayê neyê kirin.

Karta F-35an

Pisporan ji rojnameyê re ragihandine ku Enqere dikare vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Tê pêşbînîkirin ku Tirkiye bi qebûlkirina Maduro, hewl bide têkiliyên xwe bi Trump re xurt bike û di mijara kirîna balafirên şer ên F-35an de pozîsyona xwe bihêz bike.

Her çiqasî rêveberiya Venezuelayê van îdiayan red bike jî, têkiliyên xurt ên aborî û bazirganiya zêr a di navbera Enqere û Caracasê de wekî nîşaneya vê îhtîmalê tên dîtin.