Wezareta Navxwe: Divê Bexda erkên xwe pêk bîne û êrîskaran ceza bike

Dîroka Weşanê :
Wezareta Navxwe: Divê Bexda erkên xwe pêk bîne û êrîskaran ceza bike

PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser zeviya gaza Kormorê de daxuyaniyek belav kir û bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku erkên xwe yên destûrî û ewlehiyê bicîh bîne.

"Tedbîr nehatin girtin lewma dubare bû"

Wezaretê diyar kir ku ji ber di êrîşên berê de tedbîrên tund nehatine girtin, ev êrîş pêk hatiye. Ji ber vê yekê, daxwaz ji Bexdayê hat kirin ku tavilê berpirsan bibîne û ceza bike da ku pêşî li gefên li ser ewlehiya neteweyî bê girtin.

Mafê parastinê

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê xwe yê girtina hemû tedbîran ji bo parastina ewlehî û berjewendiyên xwe yên aborî parastî digire.