PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê derbarê pevçûnên li Helebê de daxuyaniyek fermî da û îdiayên Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) red kir ku "artêşê êrîşî me kiriye." Wezaretê diyar kir ku êrîş "ji aliyê HSDê ve bi xwe hatiye kirin, û di nav refên artêşê de birîndar hene."
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê derbarê pevçûnên ku li dora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bakurê Helebê derketine de daxuyaniyek da.
Daxuyaniyê îdia kir ku agahiyên ji çavkaniyên HSDê yên derbarê rewşa li ser erdê de "dezenformasyoneke operasyonel" bûn.
Daxuyaniya wezaretê tekez kir ku îdiayên ku yekîneyên artêşê êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirine bi tevahî bê bingeh in. Berevajî vê, wê destnîşan kir ku hêzên HSDê êrîşeke "ji nişka ve û hevdem" li ser çeperên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê (SAA) û Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên li dora taxa Eşrefiyê pêk anîne.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê diyar kir ku "di encama agir û êrîşên ku ji aliyê HSDê ve hatine kirin de di nav hêzên ewlehiyê û personelên leşkerî de birîndar çêbûne."
Her çend derbarê rewşa birîndaran de tu hûrgilî nehat dayîn jî, hate destnîşankirin ku êrîşê xalên kontrolê yên stratejîk hedef girtine.