PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî diyar kir ku eger Îsraîl piştî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji deverên dagirkirî vekişe, ew ê amade bin ku bigihîjin rêkeftinekê.
Wezîrê Derve yê Sûriyê di Foruma Dohayê ya li Qeterê de axivî û got, "Divê Îsraîl destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyê û bandorkirina li ser civakên wê rawestîne."
Li gorî Esed Şeybanî diyar kir, "Em hewceyê îstîqrar û ewlehiyê ne. Ev bi ewlehiya herêmî ve girêdayî ye," siyaseta wî ya Sûriyê bi siyaseta navneteweyî re li hev dike û bi piştgiriya navneteweyî dê serkeftî be.
Şeybanî diyar kir ku welatê wî hewceyê têkiliyên aştiyane û piştgiriya civaka navneteweyî ye.
Piştî hatina komên çekdar li Şamê di destpêka Kanûna Pêşîn a 2024an de û bidawîbûna desthilatdariya Beşar Esed, artêşa Îsraîlê ji vê lawaziyê sûd wergirt û ber bi herêma bêçek ve çû da ku ewlehiya xwe biparêze.