Barrack: Polîtîkayên Rojava ji Sykes-Picotê ve bi tevahî xelet bûn

Dîroka Weşanê :
Barrack: Polîtîkayên Rojava ji Sykes-Picotê ve bi tevahî xelet bûn

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack bi tundî rexne li polîtîkayên berê yên Rojava li Rojhilata Navîn kir û diyar kir ku polîtîkayên Rojava yên Rojhilata Navîn ji peymana Sykes-Picotê ve bi tevahî xelet bûne.

Barrack di panela "Salek ji Sûriyeyeke Nû: Nirxandina Pêşketin, Derfet û Zehmetiyan" a 23yemîn Foruma Dohayê de ku li Dohaya paytexta Qeterê hate lidarxistin, axivî.

Barrack got, "Hemû biryarên ku Rojava ji Peymana Sykes-Picotê ve li ser Rojhilata Navîn ferz kiriye xelet in, li şûna ku rê bidin gelên herêmê ku xwe pêşve bibin," û da zanîn ku cîhan hîn jî hewl dide ku bi encamên van polîtîkayan re bijî.

Barrack diyar kir ku pirsgirêka Rojhilata Navîn "aktor" e û got, "Ne li ser federalîzmê ye, ne li ser demokrasiyê ye, ne li ser navendîbûnê ye. Ev herêm li ser serokatiyê ye."

Barrack got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi derbasbûna ji demên dijwar ên dîroka xwe sîstema xwe afirandiye, û ew dixwazin ku heman tişt li Lubnan û Sûriyeyê jî biqewime, û herêm komek derfetên nû pêşkêş dike.