Zakharova: Çareserî li Sûriyeyê bi rêya diyalogê ye ku Kurd jî tê de ne

Dîroka Weşanê :
Zakharova: Çareserî li Sûriyeyê bi rêya diyalogê ye ku Kurd jî tê de ne

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova diyar kir ku rêya aramiya mayînde li Sûriyeyê bi rêya diyalogeke neteweyî ye ku berjewendiyên hemû pêkhateyan, bi taybetî yên Kurdan, li ber çavan digire.

Zakharova di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsan da.

Zakharova di bersiva pirseke li ser pêşeroja Kurdan li Sûriyeyê û daxwazên wan ên xweseriyê de got, "Em bawer dikin ku rêya aramiya demdirêj li rojhilatê Firatê û li seranserê Sûriyeyê bi rêya diyalogeke berfireh derbas dibe."

Zakharova tekez kir ku her rêkeftinek ku were kirin divê "berjewendiyên hemû pêkhateyên etnîkî û olî, tevî Kurdan jî biparêze", di heman demê de diyar kir ku "rêzgirtina bê şert û merc ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê" pêwîst e.

Zakharova bi balkişandina ser peymana agirbestê ya ku di 30ê Çile de di navbera hikûmeta Şamê û HSDê de hatiye îmzekirin, diyar kir ku ew hêvî dikin ku peyman bê astengî were bicîhanîn û wiha got:

"Em hêvî dikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerin çarçoveya qanûnî ya dewleta Sûriyeyê û hemû xalên pirsgirêk bi serkeftî werin derbaskirin."