PeyamaKurd – Li Iraqê proseya avakirina hikûmeta nû gihîştiye qonaxeke gelekî aloz. Wezîrê Derve yê berê yê Iraqê û endamê Polîtburoya PDKyê, Hoşyar Zêbarî, ragihand ku namzetiya Serokwezîrê berê Nûrî el-Malikî bi berbestên navneteweyî û navxweyî yên mezin re rûbirû ye.
Zêbarî eşkere kir ku aliyên Şîe ji Qesra Spî du nameyên fermî yên redkirinê wergirtine û destnîşan kir ku serokkomarê nû yê Iraqê bi tu awayî erkê avakirina hikûmetê nade Malikî.
Her çend Malikî dibêje ew ê "heta dawiyê" di namzetiya xwe de berdewam be jî, li gorî zanyariyan, di nav hevpeymaniya Çarçoveya Hevrêzkirinê de nakokî kûr bûne. Hinek alî dixwazin Malikî bi rûmetî vekişe da ku yekîtiya wan xera nebe, lê hinekên din amadekariyê dikin ku bi dengdana navxweyî wî ji pêşbirkê derxin.
Sedema sereke ya redkirina Malikî ji aliyê Amerîkayê ve, tirsên li ser zêdebûna bandora komên çekdar û gendeliyê ne. Washingtonê hişyarî daye ku eger kesekî mîna Malikî bibe serokwezîr, dibe ku cezayên giran li ser Iraqê werin sepandin. Ev yek dikare bibe sedema astengkirina dahatên petrolê yên Iraqê ku li bankayên Amerîkayê tên parastin, ku ev ji bo aboriya Iraqê tê wateya karesatekê.
Li gorî Hoşyar Zêbarî, Serokkomarê nû yê Iraqê naxwaze welat bixe nav rîskeke wiha ya navneteweyî. Ji ber vê yekê, Serokkomar dê li şûna Malikî, li pey namzedekî "lihevhatî" bigere ku hem ji aliyê kurd û sunneyan, hem jî ji aliyê civaka navneteweyî ve were qebûlkirin.